Li Duhokê meyîtê kesek koçber hate dîtin
Berpirsê peyvendî û ragehandinê li rêveberiya polîsên parêzgeha Duhokê Raîd Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kesek temenê xwe 47 salî yê bi navê (M, A, X) li devera Sêhê ya qeza Sêmêlê bi awayê kuştî hatiye dîtin, piştî polîsên devera Sêmêlê çûn cîhê bûyerê meyîtê wî veguhestin bo nexwaşxana dadweriyê li Duhokê ku sedemê mirina wî bê zanîn.’’
Herwaha got: ‘’Di vê lêkolînê diyar bûye kesê koçber li devera wargeha Xankê ya qeza Sêmêlê ye û temenê wî 47 saliye û derbarê mirina wî de ji aliyê polîs ve lêkolîn tê kirin. ‘’
Basnews