Duhok – Du malbatên Bakûrî li hev dan
Duh li taxa Evro City ya Duhokê komek kesên çekdar êrişî mala welatiyekî kirin.
Peyamnêrê BasNewsê li Duhokê ragihand, xwedanê malê bersiva êrişa wan da û di encamê de yek ji wan çekdaran hat kuştin.
Berdevkê polîsê Duhokê Hêmin Silêman li ser bûyerê ji BasNewsê re got, di wê bûyerê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Hêmin Silêman da zanîn ku ew bûyer ji ber kêşeyeka civakî qewimiye û got, bûyer ji ber nakokiyeka kûr di navbera du malbatan de qewimiye. Her du malbat jî kurdên Bakûrê Kurdistanê ne.
Wî efserê polîs anî ziman ku derheqê bûyerê de lêpirsîn û lêkolîn didomin.
Basnews