• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê jin bi destheqekî kêm kar dikin

Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê jin bi destheqekî kêm kar dikin
Zehmetiya debara jiyanê jin li Dêrika Rojavayê Kurdistanê neçar kirine ku bi destheqek kêm kar bikin.

Li gorî gotinan jinên ku di zeviyên çandiniyê de kar dikin, debara jiyanê û giraniya bihayên pêdiviyan, bûne sedem ku ew têkevine van karan û pereyên roj bi rojê bidest xwe ve bînin.

Her ji ber rewşa aborî ya zehmet, ev jin dikevine karên giran, lê armanca wan ew e ku bi keda xwe û bi rûmet bijîn û malbatên xwe xwedî bikin.

Li Dêrika Hemko jinên karker gazinê ji binpêkirina mafên xwe jî dikin.

Karkerek li Dêrika Rojavayê Kurdistanê Diya Şehîd wiha got: “Em ji bo zarokên xwe kar dikin. Her tişt buha bûye. Em 6 demjimêran kar dikin, lê em nizanin kirêya roja me çend e. Dibêjin 2 hezar in, lê xwediyên zeviyan 2 hezaran nadine me"

Pereyên ku jinên karker bidest xwe tînin, li gorî gotina wan, ji demjimêrên karê wan kêmtir in, lewma ew dengê xwe digihînin aliyên pêwendîdar ku çareyekê ji wan re bibînin.

Karkerek li Dêrikê Dia Xatûn jî got: “Ez ji Rêveberiya Xweser dixwazim ku kirêya karkeran zêde bike, ji ber ku karker ew in yên ku musim radikin, ne xwediyê kar. Wate her li ser milê karkeran e. Ez bi navê xwe û navê hemû karkeran daxwaza başkirina kirriya karkeran dikin. Kirriya karkeran kêm e. Em dixwazin ku di vê yekê de alîkariya me bikin. Me malên xwe, zarokên xwe û her tişt hiştiye û em hatine ji 6ê sibehê ve heta 1ê nîvro derketine vê çolê. Em ji ber neçariyê derketine."

Ji ber bilindbûna bihayên kelûpel û pêdiviyên jiyanê, jinên karker gilî û gazinan dikin. Bi ser vê rewşê de jî hin caran pereyên wan weke pêwîst nagihêjine wan.

Hevserokê Komîteya Kedkaran li Dêrikê Mihemed Ebdulrehmanjî wiha axivî: “Me daxuyaniyek ji bo hemû welatiyan ragihand. Ew jî derbarê bihayan. Me her tişt tê de zelal kir. Helbet li derveyî sendîkayê wê kêşe dirust bibin, piştre têne sendîkayê gilî dikin ku xwediyê kar pereyên wan ku li ser lihev kirine, nade wan. Êdî em neçar in bi erkê xwe rabin û mafê karker misoger bikin."

Ji 6 salan ve, jiyana welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ketiye astengiyeke dijwar û ew di rewşeke aborî ya xirab de dijîn. Jin jî beşek ji qurbaniyên vê zehmetiyê.

Rudaw
Top