• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Stenbolê ciwanekî Kurd ji ber kar hate kuştin

Li Stenbolê ciwanekî Kurd ji ber kar hate kuştin
Xwendekarekî Kurd li Stenbolê ku, xwendina bilind dixwîne ragehand, li taxa Ekseray ya bajarê Stenbolê bi sedema şerekê ciwanekî Kurd ji bajarê Hewlêrê bi kêrê hate kuştin û du yê din jî birîndarbûn, birîna wan jî girane, da zanîn ku, şer li ser karkirinê hate kirin.

Îro danê êvarî 7.05.2017 Xwenedkarekî Kurd ku nexwest navê wî were belav kirin ji BasNewsê ragehand ku, , li taxa Ekseray ya bajarê Stenbolê ji ber kar şer di navbera hejmarek ciwanên Kurd e rûda, da zaanîn yek ji wan ciwanan bi sedema kêrê û birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da û du jî birîndarbûn.

Li gor agahiyên wî ciwanî ji BasNewsê re ragehandî ew ciwanê Kurd yê hatî kuştin ji bajarê Hewlêrê ye û ji ber kar şer di nav wan de rûda, da zanîn ku, piştî bûyerê hêzeke mezin ya polîsên Tirkiyê cihê bûyerê dorpêçkirin.

Basnews
Top