• Sunday, 28 July 2024
logo

DEM Partî: Me daxwaz ji YNK û PDKyê kiriye ku bicivin lê ti bersiv nedane

DEM Partî: Me daxwaz ji YNK û PDKyê kiriye ku bicivin lê ti bersiv nedane

Şandeya DEM Partiyê ya li Herêma Kurdistanê got, “Me daxwaz ji YNK û PDKyê kiriye ku bicivin lê ti bersiv nedane.”

Şandeyeke Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) ji bo balê bikişîne ser êriş û operasyonên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê yê.

Şandeya DEM Partiyê, li Herêma Kurdistanê di çarçoveya bê serdanê de bi hinek partiyên siyasî re gelek hevdîtin pêk anîn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysala ku di nav şandeya DEM Partiyê de cih digire li ser serdana xwe ji Rûdawê re axivî.

“Mijara yekem şerê ku niha li Kurdistanê ye”

Newroz Uysalê derbarê sedema serdana xwe got, “ Şandeya me niha wekî mijara yekem li ser şerê ku niha li Kurdistanê çê dibe niqaş dike.

Pirsgirêka kurd, rewşa birêz Ocalan a li îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka Jurd jî tê nîqaşkirin.

Girîngiya wê yekê ew e ku li Başûrê Kurdistanê çi dikare were kirin.”

Newroz Uysalê diyar kir ku “Me daxwaza hevdîtinê ji gelek aliyên siyasî re şand û em dê bi kesên ku daxwaza me qebûl bikin re hevdîtinê bikin.”

Herwiha Uysalê ragihand ku ew dixwazin nerazîbûnên xwe yên li ser pirsgirêka Abdullah Ocalan di asta navneteweyî de ragihînin û bikin pirsgirêkeke neteweyî.

“PDK û YNKyê bersiv nedane”

Li ser hevîtina bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Newroz Uysalê wiha anê ziman:

Me daxwaz ji wan re şandiye, lê heta niha ti bersiv tine. Niha em li bendê ne ku roja civîna me ya li gel YNK û Goranê li Silêmaniyê were diyarkirin.”

Li ser pirsa Rûdawê ya “Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikarin li ser vê mijarê çi bikin?” Newroz Uysalê wiha bersiv da:

“Bê guman dikarin gelek tiştan bikin. Wekî mînak vê bikin rojev, dikarin beşdarî kampanyaya ku îro li 185 welatên cîhanê, li başûr jî di nav de, tê lidarxistin, bibin. Bi nivîs, peyam, pirtûk û meş, çalakî û gelek tiştên din.”

Derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî, parlamenterê DEM Partiyê got ku ewê di hevdîtinên xwe de tekezî li ser vê mijarê bikin.

“Tiştê ku li Başûr diqewime, li Bakur jî heman tişt e”

Herwiha Uysalê behsa guvaşên Hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser endam û alîgirên DEM PArtiyê kir û wiha pê de çû:

“Rojane li hemberî partiya me operasyonan dikin. Ev hefteyeke ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend digirin bikom tên desteserkirin.

Ev mijar hemû bi hev ve girêdayî ne, pêwîst e bi aqilekî Kurdewarî li hemberî van helwest nîşan bidin û di nav xwe de yekîtiyê ava bikin.

Ji ber ku tişta li Başûr diqewime, li Bakur jî heman tişt e.”

Şandeya DEM Partiyê ku ev 4 roj in li Hewlêrê ye biryar e here serdana Silêmaniyê jî û li wê derê jî bi aliyên siyasîre hevdîtina pêk bîne.

 

Rudaw

Top