Balefirên herî metirsîdar gehêştine Rojhilata Navîn
![Balefirên herî metirsîdar gehêştine Rojhilata Navîn](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240728122637_original_25.jpg )
Vê berevanî ji çend welatan bikin.
Çapemeniya Amerîkayê belav kiriye ku, piştî dest pêkirina êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê bo ser hêzên Amerîkî û herwiha jiber gefên herêmî yên li ser Siûdiye, Urdin û çend welatên din, Amerîka biryar daye daku, balefirên xwe yên herî metirsîdar dîsa bişîne Rojhilata Navîn û ev balefirên han niha gehêştine cîhên diyarîkirin.
Çapemeniya Amerîkî diyar kiriye ku, Amerîka du balefirên cureya B52 ku, bi metirsîdartirîn balefirên cengî têne nasîn şandiye Rojhilata Navîn.