Baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê: Armanca kesên êrîşkar ketina nav baskê 3 yê PDKê bû
![Baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê: Armanca kesên êrîşkar ketina nav baskê 3 yê PDKê bû](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240728124126_original_43.jpg )
Baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê ragehand, armanca kesên êrîşkar ew bû bên nav baskê 3 û karên terorîstî bikin, lê hişyariya zêrevanên binkeyê baskê 3 ew hewldan pûç kir.
Îro 27.07.2024ê baskê 3 yê PDKê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yeke kir ku: ‘’Demjimêr 01:50ê ber bi sibehê ve di êrîşeke tirsonekî de binkeyê 3 yê partiya me bû armanca êrîşê, lê hişyarî û agahdarbûna zêrevanên binkeyê 3 ew hewldan pûç kiriye.’’
Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Diyare armanca serekî ya êrîşê, armanc girtina xaleke binkeyê baskê 3 bû, yekem car gule berdanê û armanc jî ew bû piştre bikevin nav baskê 3 û kiryarên terorîstî bikin. Li du cîhên cuda ve bûye armanca êrîşê bi segvanî û gule lê barandinê ve binkeyê me rastî êrîşê hat, lê zêrevanên binkeyê baskê 3 bersiva wan da.’’
Baskê 3 yê PDKê got: ‘’Di bûyerê de ti ziyanek çênebûye, lê pêşhateyekî xirabe û pêwîste lêkolîneke hûr li ser bê kirin. Baskê 3 yê partiya me li ser siyaseta xwe ya pêkvejiyan û yekbûna di navbera hemû pêkhateyan dê berdewam be. Hemû cure hewldanekî waha derveyî şikesta neyaran û pûçbûna planên wan ti encamekî din dê nebe.’’
Basnews