• Sunday, 28 July 2024
logo

Başûr - Melayê ku xwe wek “nojdarê nebatî” dide nasîn hat girtin

Başûr - Melayê ku xwe wek “nojdarê nebatî” dide nasîn hat girtin
Li Başûrê Kurdistanê, melayê ku xwe wek “nojdarê nebatî” dide nasîn û mirovan derman dike, ji aliyê polîs ve hat girtin.

Derengiya şeva borî melayê bi navê Mela Elî Kelek, ku xwe wek “nojdarê nebatî” dide nasîn û di nav xelkê de jî bi nav û deng e, li mala xwe ya li navçeya Xebat ya Hewlêr hat girtin.

Hat gotin ku Mela Elî Kelek birine Duhokê.

Heta niha nayê zanîn ji ber Mela Elî Kelek hatiye girtin lê herî dawî wî melayî ji jinekê re gotibû, ji bo ku tu lawaz bibî (jar bibî) desmalên kaxezî (kilînêks) bixwe! Wê jinkê jî bi ya wî kiribû lê kêm mabû jinik bimire lê bi neştergeriyê ji mirinê rizgar bibû.

Mela Elî Kelek bi dermanên xwe yên sosret navdar bûye. Carekî jî gotibû, şîr û mîz dermanekî baş e, bixwe jî li ser şaşeya televîzyonê şîr-mîz vexwaribû!

basnews
Top