• Sunday, 28 July 2024
logo

Jinekê guh da mela û hezar destmalên kaxezî xwar

Jinekê guh da mela û hezar destmalên kaxezî xwar
Jina bi navê (N.X) ji bo ji qelewbûnê rizgar bibe, dest bi xwarina destmalên kaxezî ango klîneksan kir. Lê jiyana wê kete ber metirsiyê û pizîşk gihiştin hewara wê. (N.X) dibêje wê rojê 4 danan 24 klîneks dixwarin. 46 rojan bêyî navber destmal xwarine û paşî ûrûrûviyên wê êşiyane.

Li bajarê Hewlêrê jinekê bi navê (N.X), li ser propagandaya melayê bi navê Mele Elî Kelek, ji bo xwe ji qelexbûnê rizgar bike, destmalên kaxezî xwariye.

(N.X) ji Rûdawê re behsa serboriya xwe kir û got; “Min di televîzyonê de dît, ku Mele Elî Kelek bangaşe dike û dibêje, ji bo xwe zehîf bikin rojane klîneksan bixwin. Li gorî gotina Mele Elî Kelek jinekê bi xwarina klîneksan di mehekê de 60 kîlo daye. Min jî guhdariya wî kir. Kîloyên min gelek bûn, lewma min dest bi xwarina wan kir.”

Bi gotina (N.X) wê 46 rojan liser hev her roj 24 destmal xwarine. Wate di vê heyamê de 1104 parçe destmal xwariye.

(R) kesêkî nêzîkî (N.X) ye, ew naxwaze ev mijar di ragihandinê de bibe rojev û dibêje; “Dema êşa mirov hebe, serdana nexweşxane û pizîşkan dike. Nexweşa me hebû û me bire nexweşxanê. Lê ragihandinê dinya li me hesand. Bi nêrîna min ev yek ji bo lêdana kesayeta Mele Elî Kelek e. Ez spasiya pizîşkên Nexweşxaneya Rojhilat dikim ku bi nexweşa me ve westiyan lê divêya mijar ev hinde nehatiba mezinkirin.”

(R) diyar dike, ku piştî xwarina destmalan (N.X) 8 kîlo hatiye xwarê û dibêje; “(N.X) bi xwarina klîneksan 8 kîlo da. Ez 6 kesên din jî nas dikim, ku dest bi xwarina klîneksan kirine. Yekê ji wan di mehekê de 12 kîlo daye.”

Mele Elî Kelek xwe weke zana, şareza û pizîşkê nebat û giyayan dide nasîn. Ew hê jî li ser nêrîna xwe bi rijd e û dibêje, ku rêbaza xwarina destmalan rast e. Mele Elî Kelek vê yekê weke dahênan û afirandina xwe dibîne û dibêje; “Min gotiye her roj beriya xwarinê 3 klîneksan bixwin. Wate rojê 3 klîneksan ligel nîv fîncan donê bixwin. Ev yek dibe sedema çareserkirina gelek nexweşiyan.”

Mele Elî Kelek herwiha ecêb dimîne ka ew kesên zêde destmal xwarine çawa nemirine û wiha pêda diçe:

“Hinek kesan di 3 rojan de pakêtekê destmalan xwariye. Di mehekê de 25 kîloyan kêşa wan hatiye xwarê. Ez ecêb û mat dimînim ka çawa ev hinde destmal xwarine û nemirine.”
Bi nêrîna Mele Elî Kelek, Wezareta Tendurustiyê û pizîşkan bi zanebûn mesela wê jinê mezin kirine da ku wî reş bikin û dibêje; “Wezareta Tendurustiyê heta niha 65 caran ez dame dadgehê. Lê bi xweşbextî ez serkeftî ji dadgehê derketim.”

Pizîşk dibêjin, ti belgeyeke zanistî nîne, ku xwarina klîneksan sûdê bide tendurustiya mirovan an jî mirovan ji qelewiyê biparêze.

Dr. Zanyar Nûrî got; “Eger delîleke zanistî liser nebe, xwarina hemû tiştan bandoreke nerênî li tendurustiya mirovan dike. Ev yek ji rastiyê dûr e, ku xwarina destmalan mirovan ji qelewiyê biparêze û nexweşiyan çareser bike.”

Rudaw
Top