Rojhilat…Li Merîwanê jinekê dawî bi jiyana xwe anî!
Li gor raporta malpera Hengaw duh 29.04.2017ê jineke xelkê Merîwanê ya bi navê (Dunya Dadguster) ku temenê wê 22 sal bû, ji ber pirsgirêkên malbatî xwe darve kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.
Li gor heman çavkaniyê, ew jina ciwan li taxa Mûsik a bajarê Merîwanê li mala bavê xwe dawî li jiyana xwe anî.
Li gor amarên tomar kirî li navenda amar a malpera Hengaw, ji destpêka sala 2017ê ve heta naha li bajar û navçeyên cuda cuda yên rojhilatê Kurdistanê 12 jin û keç bi sedemên cuda cuda dawî li jiyana xwe anîne.
Basnews