• Sunday, 28 July 2024
logo

Komîteya Fetwayê: Şofêrtiya jinan ne heram e

Komîteya Fetwayê: Şofêrtiya jinan ne heram e
Komîsyona Bilind a Fetwa ya Kurdistanê ragihand, ew fetwayên ku dibêjin “şofêtiya jinana heram e” ne rast in û ligel rastiya Kurdistanê naguncin.
Ev demeke li Kurdistanê namîlkeyek (broşur) hatiye belavkirin, ku tê de tê gotin “Jin nikarin otomobîlê bajon û şofêrtiya wan heram e. Ev namîlke bi zimanê erebî hatiye nivîsandin û ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Endamê Komîsyona Bilind a Fetwa ya Kurdistanê Ehmed Şafîî derbarê vê yekê de liser malpera Yekîtiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û dibêje; “Fetwayên bi vî awayî ji bo welatê Erebîstana Siûdî hatine derxistin. Ti pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re nîne. Ev fetwa dûrê rastiyê ye û ligel şert û mercên Kurdistanê nagunce.”

Top