• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji bo jinên ducan mizgînî!

Ji bo jinên ducan mizgînî!
Wezîrê Tendurusitî yê Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku ji bo jinên ducan di dema anîna zarokan de êşê nekişin, wan projeyeke peyrewkirina sîstemeke nû amade kirine.

Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Hemereşîd ji Rûdawê re ragihand; “Li gorî têbiniyan, jin ji bo ji êşa dema zayîna zarokan xilas bibin, daxwaza neştergeriyê, anku sezeryenê dikin. Bi rêyên xwezayî zarok anîn êşeke mezin dide. Lewma jî diyardeya neştergeriyê her diçe zêde dibe. Ji bo em pêşiya vê yekê bigrin û jinan han bidin ku bi xwezayî zarokan bînin rêyên kontrolkirina êş û azaran digerin.”

Hemereşîd da zanîn, ku wan projeyek amade kiriye û bi vê sîstema nû hewl didin di dema zarokanîna xwezayî de jin êşê nekişin.

Dr. Rêkewt Hemereşîd diyar kir, ku ji bo peyrewkirina vê sîstemê jî ligel rêveberiyên nexweşxaneyên zarok û dayikbûnê û herwiha beşên bêhişkirinê dişêwirin û dixwazin têbîniyên wan jî werbigrin, paşî vê projeyê ji bo pesendkirinê pêşkeşî Civata Wezîran bikin.

Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kurdistanê got; “Li piraniya welatên pêşketî êdî zarokanîn bêyî êş û azar e. di demekê nêzîk de dê ev yek li Kurdistanê jî were pêkanîn. Di nexweşxaneyên hikûmî de jî danê sibe û şevan jî dê ev sîstem were bikaranîn.”

Rudaw
Top