• Sunday, 28 July 2024
logo

Facebook derûniya mirovan xirab dike

Facebook derûniya mirovan xirab dike
Pisporên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha John Hopkins a Amerîkayê ragihandin, derûniya mirovên ku pir zêde li ber Facebookê, wextê xwe derbas dikin xera dibe.

Pisporên amerîkî ku li ser vê mijarê lêkolînan dikin, di wê qenaetê de ne ku medyaya civakî behremendiya mirovan pûç dike.

Lêkolîner li ser hin kesên ku pir zêde li ber medyaya civakî dema xwe derbas dikin lêkolîn kirine û piştî lêkolînan, ecamên ku bi dest xistine bi daxuyaniyekê parve kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Me dît ku bi awayekî giştî torên civakî, bi taybetî jî bikaranîna Facebookê, tendirustiya laşî û derûniya mirovan, bi awayekî cidî xera dike û dibine sedem ku mirov ji jiyanê, kêmtir tam û kêf bigre.”

Rudaw
Top