• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Minbicê akademiyeke taybet a jinên Ereb hat vekirin

Li Minbicê akademiyeke taybet a jinên Ereb hat vekirin
Li bajarê Minbic, jinên Ereb tevlî warê leşkerî dibin.

Akadîmyaya Leşkerî ya Minbicê 30 şervanên jin, ji pêkhateya Eereb rahînan kirine û wan di aliyên siyasî û serbazî de amade dike.

Piştî derxistina çekdarên DAIŞê ji Minbic, nişteciyên vî bajarî bêhtir amadekariyên xwe yên leşkerî dikin û berê xwe didine warê leşkerî ku tê de jin xwedî roleke berçav in.

Bi serperiştiya Encûmena Leşkerî ya Minbicê, Akadîmyaya Leşkerî ya Minbicê beşek ji jinên ereb ên vî bajarê li xwe digire.

Mebest ji vê gavê ew e ku jinên Minbicê hestê bi bihayê hebûna xwe bikin û berevaniyê di ber gel û bajarê xwe de bikin.

Ev jin li ser gelek cûrên çekan têne rahênankirin. Ew jî dibînin ku ew bi erkên xwe radibin û xwe ji bo rojên zehmet amade dikin.

Endama Encûmena Leşkerî ya Minbicê wiha got: “Li vê akadîmyayê 30 keç û jin ji bajarê Minbic tevlî Encûmena Leşkerî ya Minbic dibin. Ev keç û jin li ser destên Encûmena Leşkerî ya Minbicê rahênan dibin. Ew bi xwe ji pêkhateya Ereb in, yên vî bajarî ne. Warê rahênanê jî leşkerî, siyasî û îdeolojîk e.”

Beşdarbûna jinê di meydana leşkerî de li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûye diyardeyeke berçav.

Rudaw
Top