• Sunday, 28 July 2024
logo

Hewlêr…Konsolê Amerîkayê serdana Cafeya du jinên kurd kir!

Hewlêr…Konsolê Amerîkayê serdana Cafeya du jinên kurd kir!
Konsolê giştî yê Amerîkayê serdana cafeya du jinên kurd a li bajarê Hewlêrê kir.

Li rûpela konsolxaneya giştî ya Amerîkayê ya tora civakî ya facebookê hate belav kirin, ku konsolê giştî yê Amerîkayê Keen Gros li Cafeya Book Café li gel Rewan Cefer û Şevîn Osman rûniştiye.

Revan Cefer û Şevîn Osman du keçên kurd û li bajarê xewnan ê Hewlêrê (Dream City) cafeyek vekirine û teşfîqa xwandina pirtûkan didin.

Keen Gros piştevaniya xwe bo wan her du keçên ciwan ku nû dest bi projeyekê kirine nîşan dide.

Basnews
Top