• Sunday, 28 July 2024
logo

Cihadiyekî kurd dibe mesihî

Cihadiyekî kurd dibe mesihî
Kurdek ku 4 salan di nava refên Eniya Fetih El Şam, ku berê navê wê Cebhet el-Nusra bû de beşdarî şer bûye, ola xwe guhertiye û bûye mesihî.

Li gorî nûçeya New York Times a amerîkî, kurdê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Beşîr Mihemed li bajarê Stenbol ê Tirkiyê ligel 22 mesihiyan di bin bodrûma avahiyekê de kom dibe. Kesên ku beşdarî civînê bûne henekên xwe bi Beşîr Mihemed re dikin û jêre dibêjin “terorîst”.

Ne tenê xelk ji veguhertina Beşîr Mihemed heyirî mane, herwiha ew bixwe jî ji veguhertina xwe bi heyerî maye û ew dibêje: “Bi rastî heger beriya 4 salan kesekî ji min re bigota tu dê bibî mesihî, min hîç fikir nedikir û bicih de dê serjêbikiriya.”

Hevjîna Beşîr, Hêvîn Reşîd jî dibêje ne tenê baweriya olî ya hevjînê wê hatiye guhertên, herwiha ew ji aliyê exlaqî ve jî hatiye guhertin.

Di nav koçberan de piranî ji bo mafê rûniştinê werbigrin ola xwe diguherînin. Rojnameyê diyar kiriye ku çîroka Beşîr ji ya koçberên din cudaye û ragihandiye ku ji ber ku bixwe li welatike misilman dimîne û derfeta wî nîne koçberî welatekî rojavayî bibe.

Peywendiyên Beşîr beriya serhildana Sûriyê bi cîhadiyan re çebûye. Beşîr hêj 15 salî mirovekî wî ew dibir malên cîhadiyan û wî guhdarî weazên wan dikir.

Dema serhildana Sûriyê dest pê dike Beşîr tevlî rêxistineke kurdî ya sekuler ku xweseriyê dixwaze bûye. Lê ew dibêje zû ji wan veqatiyaye: “Dema ku min termên kesên bi destê hikûmeta Sûriyê hatine kuştin dîtin, baweriya min bi tevahiya weazên min guhdarî kirî hat.”

Di sala 2012an de hevalekî wî jê dixwaze ew jî tevlî Eniya El Nusrayê bibe. Beşîr pêşniyara hevala xwe qebûl dike û tevlî El Nûsrayê dibe lê di nav wan de jî rastî term û kuştinan tê. Derbarê vê yekê de jî dibêje: “Wan bi buldozeran hinek mirov pelixandin. Êşkencê li kesên dîl hatine girtin dikirin.”

Di nûçeyê de tê gotin ku Beşîr wekî kesekî mesihî jidayîk bûye tevdigere.

Beşîr amaje dike ku ew êdî ne Beşîr ê berê ye û mirovên wî yên herî nêzîk jî ji rabordiya wî ditirsan û wiha domand: “Minak ez di Newroza 2013an de vegeriyam Efrînê. Min wê heyamê digot pîrozkirina cejna Newrozê li dijî olê ye. Ez û Hêvîn destgirtî bûn. Min xwest ez dîsa vegerim di nav El Nûsrayê de û ti kesî nekarî li ber min rê bigire.”

Terka Nusra û Sûriyê dike

Beşîr dîşa diçe nav rêxistinê lê vê carê hinek bigumane. Her roj bi dûrbînê temşayê herêmên di bin kontrola DAIŞê dike, û dibe şahîd ku ew jî wekî El Nûsrayê mirovan dikujin. Bi gotina Beşîr ti cudahiya El Nûsra û hêzên bi ser hikûmeta Sûriyê ve nebû û dibêje: “Ez tevlî Nûsrayê bûm çimkî min dixwest ku ez di rêya Xwedê de herim. Lê dema min dît ku misilman hevdu dikujin ez pê hesiyam ku pirsgirêkek heye.

Beşîr li ser vê yekê biryarê dide ji El Nûsrayê veqete û vegere Efrînê. Sala paştir jî ligel hevjîna xwe koçberê Stenbolê dibin.

Di sala 2015an de li Stenbolê hevjîna Beşîr nexweş dikeve û her diçe rewşa wê xirabtir dibe û ew jî biryarê dide telefonê Ehmed bike. Ehmed li Kanadayê dijî û herwiha Ehmed ew kes e ku Beşîr dibir malên cîhadiyan ji bo guhdarkirina weazan. Beşîr piştre pê dihese ku Ehmed bûye mesîhî.

Ehmed ji Beşîr dixwaze ku ew telefonê bibe li ber guhê hevjîna wî û piştre diayên ku ji hevalên xwe ferî bûye ji hevjîna wî re dibêje. Piştî çend rojan hevjîna Beşîr baş dibe û ew jî bawer dike ku bandora wan diayan li başbûna wê kiriye.

Beşîr piştre telefonê Ehmed dike û ji wî dixwaze ew wî bi mesihiyan re bide nasîn. Ehmed jî peywendiyên Beşîr bi misyonerê bi navê Îmad Brim re çêdike.

Îmad Brim da zanîn ku Beşîr di demekê kin de çûye ser ola mesihiyan. Di nûçeyê de sedema bingehîn a Beşîr bûye mesihî nehatiye destnîşankirin.

Beşîr Mihemed dibêje dibe ku ew bibe hedefa komên tundraw lê baweriya wî bi Xwedê tê.

Rudaw
Top