• Sunday, 28 July 2024
logo

Meryem Faris behsa Newroza Kurdistanê dike

Meryem Faris behsa Newroza Kurdistanê dike






Hunermenda ereb Meryem Faris di bernameya Heyda Hekî ya kanalê MTV a Lûbnanî de, behsa Newrozê kir, ku li Kurdistanê jiyan kiriye û stranek jî bi kurdî gotiye.

Meryem Fariz di bernameyê de behs dike ku herçend ew nikaribe bi zimanê kurdî biaxive jî, lê di festîvaleke Newrozê de li herêma Kurdistanê hatibû vexwandin û gelek pirs li ser kevneşopî, stran û çanda kurdî kirine.

Meryem Faris dibêje: ‘’Min hewlda stranekê li gor çanda kurdî bibêjim. Lê di dema gotina stranê de ji aliyê xelkê eleqeyek mezin li gel stranê hate nîşandan û pir ji min heskirin û ez jî pir keyfxweş bûm.’’

Meryem Faris Newroza 2014ê de serdana herêma Kurdistanê kiribû û beşdarî 8.mîn festîvala Newrozê kir.

Basnews

Top