• Sunday, 28 July 2024
logo

Amerîka..Şanda Herêma Kurdistanê beşdarî di civînên derbarê rewşa jinan a ser bi NY ve kir

Amerîka..Şanda Herêma Kurdistanê beşdarî di civînên derbarê rewşa jinan a ser bi NY ve kir
Îro, Şandeke fermî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Pexşan Zengene Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Xiniman û endametiya Kewser Kerîm, Emel Celal endamên encûmenê û Filorîn Gorgîs Rêvebera Giştî ya Dîwana Encûmenê li baregeha Yekîtiya Navnetewî li New Yorkê beşdarî merasîma 61ekemîn civîna rewşa jinan aser bi Neteweyên Yekbûyî ve CSW61 kirin.

Di civîna îsal de giringî bi pirsa karzasiya jinan ji aliyê aborî ve li cihînê û guhertinên derbarê karê wan derdike bi pêwendî ligel armancên cîhanî ewên girangiyê bi pêşxistinên berdewam 2030ê dide.

Di çarçoveya çalakiyên de civînên CSW61 de sedan hevdîtin, simînar û panel hatin kirin, yekek ji wan çalakiyên giring panêlek derbarê pilana niştimanî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bo cîbecîkirina biryara 1325 ku, Hikumeta Herêma Kurdistanê hevbeşe cîbecîbike, di heman demê de şanda Herêma Kurdistanê hejmarek dîdar û hevdîtin ligel kesayetî û rêxistinên Navnetewî û ajansên Neteweyên Yekbûyî pêkanîn.

Civîn bi amadebûna 193 welatan cîhanî bi rêve çû.

Basnews
Top