• Sunday, 28 July 2024
logo

Cil û bergên kurdî ji sînorê Kurdistanê derketine

Cil û bergên kurdî ji sînorê Kurdistanê derketine
Încî Hakbîlen, belkî gelek ji we navê wê nû dibihîse, bi xwe kurdeka Anatolya Navîn ji navçeya Haymana ya Enqerê ye. Încî Hakbîlen yek ji wan jinane ku digel dûrbûna welêt ji çanda xwe dûrneketîye. Demeka dirêj e li bajarê Hamburga Almanyayê dijî û li wir liser daxwazê cilên modern,nerîtî,sportî,cilên bûkan û ên şahîyan didirû. Yek ji wan jinan e ku di karê xwe de motîfên cil û bergên kurdî ji nû ve vedijîne. Hakbîlen cil û bergên nerîtî ligor motîfên modern diguherîne.Stîleka wê ya bi vî awayî jî heye. Heta niha li gelek welatên Ewropa 12 defîle amade kirine. Gelek defîleyên xwe jî bi stranên kurdî pêkşeşî beşdarên bîyanî kirine. Navên her defîleyeka xwe jî navên kurdî lê dike. Modagera kurd cil û bergên kurdî ji sînorê Kurdistanê derxistîye û bi cihanê jî daye nasadin. Jinên kurd ger hewl bidin dikarin moda,muzîk û wêjeyê ji sînoran derbixin û berev cîhanê jî rê bikin. Modeger Încî Hakbîlen ji heftenameya Basê re behsa karê xwe kir.

Rengên Mezopotamya

Jin dema ji xeyala xwe bawer be ne mimkin e ku ew xeyal ber bi rastîyê ve neçe. Încî Hakbîlen yek ji wan jinan e ku xeyalên xwe pêkanîye. Hakbîlen xeyalên xwe û hezkirina xwe ya cil û bergan wiha tîne ziman: Ji zaroktîya xwe de nêzîkatîya min li hember cil û xişirên rengo rengo hebû. Demeka dirêj xeyaleka min hebû ku defîleyekê pêk bînim lê ji ber ku derfetên min tunebû min ew paş xist. Di sala 2009an de cara yekem min defîleyek bi navê’’Rengê Mezopotamya’’ pêk anî. Her sal bi navên cuda min defîleyên xwe amade dikirin; wekî Şahmaran,Sîmurg,Dîcle,Firat,Aştî. Çiqasî ji destê min tê ji her herêmê sembolek an motîfekê di xebata xwe de bikartînim û cil û bergan didirûm.

Stîlîst Hakbîlen dibêje milletekê ku xwedî çand û hûnereka dewlemend çewannikarin dengê xwe bigîhînin cîhanê û berdewam dike: Stîlîstên cîhanê hersal di nav lêgerînekê de dimînin û jibo stîlên xwe nû bikin berê xwe didin dîrokê salên 60î û 70ê yî. Dema tu li cîhanê dinêrî ji ber tunebûna çavkanîyan dikevin tengasîyê lê ez liber vê yekê dikevim ku em xwedî çandeka dewlemend in lê em nikarin vê çandê di xebatên xwe de nîşan bidin. Kurd xwedî destan,klam,çîrok, mîtos û lorikan in û em dikarin ji van gelek tiştan biafrînin. Kurd gelekî ku rengê rojê,zindîbûna xwezayê ji xwe re kirîye cil û berg. Di sembolek an motîfekaherî biçûk de jî çîrokek an destanek heye. Behsa evîn,xem,keser,dilşadî û bêrîkirina welêt dike. Dema em xwedî li çanda xwe dernekevin dê bê jibîr kirin.

Generasyona nû çand û cil û bergên xwe nasnakin

Încî Hakbîlen asîmîlasyon û lixwekirina cil û bergan şîrove dike û wiha pêde diçe: “Dixwazim balê bikêşim ser vê yekê jî jiber zext û asîmîlasyonê generasyona nû çand û cil û bergên xwe nasnakin û ez dibejim tiştekê xwezayî yî. Armanca min ev e ku neqş û motîfên me ligor stîla cîhanê dîzayn bike û bi ciwanan bide hezkirin. Ji ber ku lixwekirina cil û bergan parçeyekê girîng yê çandê ye. Hakbîlên pirekê di navbera cilên nû û yê kevn ava dike û stîleka nû diafrîne vê yekê jî wiha nîşan dide: Di warê cil û bergan ez dixwazim pirekê di nav bera paşeroj û pêşerojê avabikim motîfên ku hezarsal berê gav bi gav ligor stîlên nû bi awayekê azad pêk bînim,belav bikim û di dema me de jî bikar bînim. Berî heft sala kesî cil û bergên gelêrî lixwe nedikir lê niha di şeva hinneyan de, di şahîyan de heger ku cilên gelêrî tên lixwe kirin,ez dikarim bêjim di vir de rola min jî heye.

Asîmîlasyonê lixwekirina cil û bergên kurdî kêm kirîye

Hakbîlen balê dikişîne ser cil û bergên kurdî yê başûrê û rojavayê Kurdistanê û dibê gel li wir hîn jî xwedî li çanda xwe derdikeve lê ji bo bakurê Kurdistanê heman tiştî nabêje û vê yekê jî wiha dîyar dike: “Kurdên başûr cil û bergên xwe yên gelêrî bi awayekê azad, jin û mêr lixwe dikin. Li Rojava jî wiha ye lê kurdên Tirkîye ji xeynî gundan jiber polîtîkayên asîmîlasyonê lixwekirina cil û bergên kurdî kêm e. Kurdên ku li Ewropa dijîn rewşeka bi kompleks heye. Ji xeynî kurdên êzîdî kes zêde xwedî li cil û bergên kurdî dernakeve.”

Wekî gelek beşên hunera kurdî modaya kurdî jî kêm pêşketîye ji ber wê jî di warê kar de kurd bi gelek astengîyan re rûbirû dimînin; yek ji wan jî aborî ye. Lê digel hemû astengîyan jî bi awayekî çi hunermend an jî stîlîst karên xwe pêktînin. Liser vê Hakbîlen wiha dibêje: “Mixabin di warê modayê de digel ku em xwedî çandeka dewlemend in kesên ku vî karî dikin pir kêm in. Pirsgirêkên aborî jî bandorê liser vê rewşê dike. Amadekirina defîleyekê an pêşkeşkirina wê pir zehmet e. Divê tu bi mehan liser bixebitî. Piştî her defîleyê ji alîyê aborîyê gelekî dikevim tengasîyê lê ji bo ku ji stîlîstên nû rê vekim û bibime mînak hewl didim û dev ji xebatê bernadim. Ez pir liber vê rewşa me dikevim; çewan ku mirov xwedî çandeka dewlemend be ku vê çandê bi dinyayê nikare bide nasandin. Piştî ku ez bi şev û roj dixebitim encama xebateka baş dibînim gelekî bextewar dibim.”

Divê kurd tenê ne bi şer,bi moda,sînema û wêjeyê jî bên rojevê

Cîhana cil û bergên kurdî ewqas kûr û fireh e ku Hakbîlen dibêje stîlîstên cîhanê dikare ji çanda kurda jî modayeka nû biafrînin. Niha stîlîstên cîhanê dikarin çavkanîyan jime bigirin û modeyek nû biafrînin. Pirsgirêka me ya lihevdû xwedî derneketinê jî heye di vî warî de. Medya pir qels e. Gelek kes vê wekî burjuwazîyê bibîne jî ji bo berdewamîya çand û mîrateya me ye. Niha ez li Ewropa me; ev derfeteke ji bo min û çiqas ji destê min bê ez vê derfetê bikartînim. Daxwaza min ev e ku medya û karsazên me piştgirîyê bide xebatên me. Divê tenê ne bi şer,bi moda,sînema û wêjeyê jî bên rojevê.

Stîlîsta kurd jibo roja jinan jî hest û daxwazên xwe wiha tîne ziman: “Jibo 8êAdarê roja jinên cîhanê ji jinan re siberojeka azad daxwaz dikim.”

Basnews
Top