• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji zextên li ser jinan re gotin ‘na’

Ji zextên li ser jinan re gotin ‘na’
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8ê Adarê roja jinan de li Stenbolê mîtîngeke girseyî bi rê ve çû. Bi hezaran jinên tirk, kurd û ên ji pêkhateyên din, di bin tedbîrên awarte yên ewlehiyê de li hev civiyan û dengê ‘NA’ bilind kirin li hemberî hemû astengî û zordariya li ser azadiya jinan.

Piştî 7 mehên ku di bin rewşa awarte de derbas bûn, yekem çalakiya girseyî ya li Stenbolê, ji aliyê jinan ve hate lidarxistin.

Bi hezaran jin ji bo pîrozbahiya 8ê Adarê li Bakirkoyê gihîştin hev. Lê di nava qefeseke hesinî û di bin tedbîrên emnî ku bes bûn ji bo bajarekî mezin.

Beşdariya ni navê Mûazez Çelebî ji Rûdawê re wiha got: “Ez vê muameleyê wekebêrêziya herî mezin a li hemberî jinan dibînim. Lê ew ji neheqêyê wêde, tirseke. Tirsa ji jinan. Ez jineke 79 salî me û junûyên min diêşin, ez nizanim ka ezê heta qadê çawa bimeşim. Ew ne ewlehî ye. Bi temamî bêrêzî ye li hemberî jinan.”

Her çiqasî mîting bi destûra fermî hate lidarxistin jî, durişm û lawayên jinan ên bi daxwaza azadiyê, li bendên hesinî asê man. Ji her salên çûyî bêhtir gilî û gazinc û hawara azadiyê li meydana jinan olan da. Ji ber ku di nava 10 salên dawîn de kuştina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Şîddet û destdirêjî jî ji qonaxa tirsnak derbas bûye.

Jinan li hemberî vê şîddeta bi xof, îsal durûşma ‘NA’ berz kirin.

Eyhan Îlhan jî got: “Ji bo mafên xwe em dibên na. Ji bo şerê birakujiyê em dibên na. Em naxwazin ku kurd bibin dujminên kurdan. Em hemû yekin, xwîna me yeke. Em birê hev in. Tu dujminahiya me û tirk û çerkez û ereban jî be hev tuneye. Em aştiyê dixwazin. Em azadiyê dixwazin.”

Hediye Çetin jî anî ziman: “8ê Adarê em li hemû dayîk û girtiyên di heps û zindanan pîroz dikin. Serkeftin ji bo dayîkan, ji bo gelên bindest.”

Hezîne Farac î got: “Ji bo Kurdistanê, ji bo ku herçar parçeyên Kurdistanê azad bibin em hatine vir.”

Li qada mîtîngê jî di ber siya hemû xalên neyênî de jinan deng û rengên ciyawaz li hev goncivandin. Jinên kurd ku beşa mezinbûn ji beşdaran, bi cilûbergên netewî govend gerandin û daxwaza azadiyê kirin, derdorên jinan ên cihê jî banga demokrasiyê kirin.

Jinên Stenbolê îsal pêşwext û li qadeke tengtir, 8ê adarê pîroz kirin û hewla firehkirina jiyanê kirin.

Rudaw
Top