Li Dihokê teqe li Hunermendekî hate kirin
![Li Dihokê teqe li Hunermendekî hate kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/90cd816d4455937306cba8088e655c27_L.jpg )
Derbarê wê bûyerê Berpirsê ragehandina Polîsên Parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman bo BasNewsê ragehand ku, demijmêr 7ê êvarî li nava bazarê Dihokê teqe li Hunermend Luqman Rêkanî û birayê wî hatiye kirin.
Berpirsê ragehandina Polîsên Parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman da zanîn ku, Hunermend û birayê wî her du birîndarin û li nexwaşxaneya Dihokê de ne.Aşkere kir ku, lêkolînan derbarê bûyerê destpê kiriye, lê heta niha nehatiye zanîn kî ew kiryar pêkaniye.
Basnews