• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Dihokê teqe li Hunermendekî hate kirin

Li Dihokê teqe li Hunermendekî hate kirin
Li bajarê Dihokê teqe li Hunermend Luqman Rêkanî û birayekî wî hate kirin, di encam de birîndarbûn, polîsan jî dest bi lêkolînan kirine.

Derbarê wê bûyerê Berpirsê ragehandina Polîsên Parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman bo BasNewsê ragehand ku, demijmêr 7ê êvarî li nava bazarê Dihokê teqe li Hunermend Luqman Rêkanî û birayê wî hatiye kirin.

Berpirsê ragehandina Polîsên Parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman da zanîn ku, Hunermend û birayê wî her du birîndarin û li nexwaşxaneya Dihokê de ne.Aşkere kir ku, lêkolînan derbarê bûyerê destpê kiriye, lê heta niha nehatiye zanîn kî ew kiryar pêkaniye.

Basnews
Top