• Sunday, 28 July 2024
logo

Welatiyekî li Firokexaneya Şirnexê xwe kuşt

Gulan Media February 25, 2017 Civakî
Welatiyekî li Firokexaneya Şirnexê xwe kuşt
Li Firokexaneya Şerafedîn Elçî ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, peywirdarekî ewlehiya taybet ê bi navê Husamettin Aydin, li tuwaleta firokexaneyê xwe kuşt.

Bûyer roja înê 24ê Sibata 2017ê di derdora 08:30î de li Firokexaneya Şerafedîn Elçî ya Şirnexê qewimî.

Husamettin Aydin li firokexaneyê peywirdarê ewlehiyê bû. Aydin çûye tuwaletê û li gor îdiayan bi demançeya xwe, xwe kuştiye.

Peywirdarên paqijiyê dîtine ku Husamettin Aydin di nav xwînê de li erdê ye û yekser gazî polîs û tîmên tendirustiyê kirine.

Tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û tesbît kirin ku Aydin jiyana xwe ji dest daye.

Termê Husamettin Aydin, ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Herwiha polîsan jî li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Rudaw
Top