• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Hewlêrê keçekê 16 salî xwe xeniqand

Gulan Media February 20, 2017 Civakî
Li Hewlêrê keçekê 16 salî xwe xeniqand
Li taxa Karkeran a bajarê Hewlêrê keçeke 16 salî xwe li mal xeniqand.

Êvariya duh yekşemî 19ê Sibata 2017ê, li taxa Karkeran a bajarê Hewlêrê, keçeke temen 16 sal ku xwandekara pola 9 a seretayî bû, xwe xenqand.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Keçek bi navê H.I.I temen 16 sal, di qata duyem a mala wan de, benik kiriye stuyê xwe û xwe bi pankê ve hilawîstiye û xwe xeniqandiye".

Yek ji kesûkarên wê keçê jî ku nexwast navê wê were aşkerekirin, ji Rûdawê re got, "çend roj berî niha li xwandingehê bêtaqet bûye û îro jî li mal xwe xeniqandiye".

Rudaw
Top