• Sunday, 28 July 2024
logo

Kurdên yarsanî dixwazin ola wan bi fermî bê naskirin

Gulan Media February 12, 2017 Civakî
Kurdên yarsanî dixwazin ola wan bi fermî bê naskirin
Kurdên yarsanî ji bo bi fermî tomarkirina navê ola xwe gava yekemîn avêtin. Çalakvanên yarsan bi logo û navekî kurdî hewl didin ol û baweriya wan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve bi awayekî fermî bê naskirin.

Roja Yekşemê (11-02-2017) Komeleya Bawermendên Yarsanî li Ewropayê peyrewa navxwe ya komeleya xwe eşkere kir. Peyrew û bernameya Komeleya bawermendên Yarsanî ji 17 beşan pêk tê.

Armanca sereke ya komeleyê ew e ku kar bê kirin da ku navê ol û baweriya yarsanî di rêxistinên navdewletî de, bi taybet jî di Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de bê tomarkirin û bi awayekî fermî bê naskirin.

Di peyrewê de hatiye gotin, ku ev rêxistin beşdarî çalakiyên siyasî û aborî nabe, serbixweyî û sivîlbûna komeleyê diparêze.

Bernameya Komeleya Bawermendên Yarsanî vê rêxistinê radispêre da ku di nav civaka Ewropayê de kar ji bo zîndîkirin û nasandina yarsanan bê kirin.

Herwiha Şoreş Mîrday jî weke rêberê vê komeleyê hatiye hilbijartin.

Roja 14ê Sibata 2017ê hejmarek çalakvanên sivîl ên kurdên yarsan li paytexta Swêdê Stokholmê bi armanca damezrandina rêxistineke giştî ya yarsanan civiyan. Çalakvana di civînê de desteyekî rêveberiyê destnîşan kir da ku bernameya rêxitinê binivîsin û amadekariya bi fermî tomarkirina navê rêxistinê bikin.

Hinek ji yarsanên li Rojhilatê Kurdistanê rexne li avakirina vê komeleyê digrin û dibêjin di demdirêjî de dibe ev rêxistin zirarê bigihîne yekîtiya gelê kurd.

Lê rêveberekî Komeleya Bawermendên Yarsan ji Rûdawê re got; “Rêxistina me rêxistineke kurdî ye, lê ji ber ku em çalakiyên siyasî nakin, lewma biryar hate dayîn kêmtir nasnameya kurdbûnê di bernameya rêxistinê de cîh bigre.”

Heta niha jî Îranê bi awayekî fermî kurdên yarsan û baweriya wan qebûl nekiriye.

Dê dem diyar bike ka ev hewldana kurdên yarsan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve bê qebûlkirin dê çi bandorê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bike?

Rudaw
Top