• Sunday, 28 July 2024
logo

İNFOGRAFİK: Amara xetenekirina keç û jinan

Gulan Media February 7, 2017 Civakî
İNFOGRAFİK: Amara xetenekirina keç û jinan
Li seranserê cîhanê roja 6ê Sibatê weke Roja Tekoşîna Li Dijî Xetenekirina (sunnetkirin) Keç û Jinan hatiye diyarkirin. Ji sala 2003ê ve her sal di vê rojê de bi çalakiyên cur bi cur derbarê niyana bedenî û derûnî ya jin û keçan zanyarî tên parvekirin û hişyarî tên kirin. Herwiha hewl tê dayîn ku civak li hember vê çanda ne zanistî raweste.

Amarên derbarê xetenekirina keç û jinan li cîhanê û Herêma Kurdistanê wihane:

Bi giştî li 30 welatên cîhanê de nêzîkî 200 milyon keç û jinên xetenekirî hene.

Herî zêde jin li parzemîna Efrîqayê tên xetenekirin. Ji sedî 39ê jinên xetenekirî li Efrîqayê ne.

Li vê parzemînê herî zêde li Misir, Nîjerya û Etiyopyayê jin tên xetenekirin.

Li pey Efrîqa herî zêde diyardeya xetenekirinê li Rojhilata Navîn û Asyayê tê dîtin.

Di cîhanê de niha jî nêzîkî 3 milyon keçên ji 15 salî biçûktir bi metirsiya xetenekirinê re rûbirû ne.

Amarên Kurdistanê:

Li gorî lêkolînên civakî û yên pizîşkî ji sedî 23ê keç û jinên Başûrê Kurdistanê hatine xetenekirin.

Piraniya keçikên hatine xetenekirin temenê wan di navbera 4 û 6 salan de ye.

Li Hewlêrê ji sedî 37, li Silêmanî ji sedî 29, li Kerkûkê ji sedî 20 û li Duhokê jî ji sedî 20ê keç û jinana hatine xetenekirin.

Keç û jinên xetenekirî çi dibêjin?

Ji sedî 61ê keç û jinên xetenekirî yên beşdarî rapirsiyê bûne vê yekê ji bo beden û derûna xwe xirab dibînin.

Ji sedî 28ê keç û jinan jî dibêjin, ku ev diyarde baş e.

Herwiha ji sedî 11ê beşdarên rapirsiyê bûne jî nêrîna xwe diyar nekirine.

Ji aliyê zanistî ve jî hatiye selmandin, ku ti sûdekî xetenekirina jinan ji bo tendurustiya jinan nîne. Berovajî metirsiya nexweşiyên xwînê heye

Rudaw
Top