• Sunday, 28 July 2024
logo

Parêzgarê Silêmaniyê: Ew mela dê rastî lêpirsînê were

Gulan Media February 5, 2017 Civakî
Parêzgarê Silêmaniyê: Ew mela dê rastî lêpirsînê were
Parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadir ragihand, ew melayê ku êrişî zerdeştiyên Herêma Kurdistanê kiribû û gefa îdamkirinê wan xwaribû, dê rastî lêpirsînê were.

Çend roj berê melayekî kurd bi navê mela Hesîb, ku li mizgefteka bajarê Silêmaniyê de melatiyê dike û endamê Komela Îslamî ya Kurdistanê ye jî, ji BBC Farsî re gotibû, ewên ku bûne zerdeştî divê di nav 3 rojan de dîsa vegerin ser ola îslamê, eger wisa nekin divê bên îdamkirin.

Li hember vê yekê, zerdeştiyên Kurdistanê li dijî wî melayî gilî kiribû û daxwaza darizandina wî kiribûn.

Li ser vê mijarê, parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadir ji BasNewsê re got, ez li dû wê mijarê me û min bi rêveberiya ewqaf a Silêmaniyê re jî li ser wê meselê axiviye. Wan jî gotinên wî melayî xelet dîtin û gotin ku li Kurdistanê ayîn û ol azad in, zerdeştî jî yek ji wan e.

Serdar Qadir her wiha got, emê bi rêya rêveberiya ewqafa Silêmaniyê lêpirsînê li wî melayî bikin û çi pêwîst be emê bikin.

Di heyama du-sê salên borî de gelek kurdên Başûr bi taybet xelkê Silêmaniyê bûne zerdeştî.

Basnews
Top