• Sunday, 28 July 2024
logo

HEWLÊR – Dovîzfiroşek hate kuştin

Gulan Media February 1, 2017 Civakî
HEWLÊR – Dovîzfiroşek hate kuştin
Li Hewlêrê xwedanê nivîsîngehekî guhertina pere, ku beriya niha mele bûye, li ber deriyê xwe hate kuştin.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand; “Mamosta Mehmûd Osman, ku beriya niha gotarbêjê Mizgefta Silêman Mihemed a li taxa Seydawa ya Hewlêrê bû, derengiya şeva Sêşemê (31-01-2017) li ber deriyê mala xwe hate kuştin.”

Mehmûd Osman xwediyê doktoraya “Şerî’eta Îslamê” ye û li Tirkiyê xwendiye û herwiha ji Wezareta Karûbarên Olî destûr wergirtiye.

Hevkarê wî Mihemed Fûad jî ji Rûdawê re got, ku heta derengiya şevê bi hev re bûne û paşî mamosta Mehmûd Osman çûye mala xwe û demjimêr 10:30ê şev ji aliyê 2 kesan ve teqe lê hatiye kirin û hatiye kuştin.

Rudaw
Top