• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Amedê du malbetên xizm bihev ketin kuştî û birîndar hene

Gulan Media February 1, 2017 Civakî
Li Amedê du malbetên xizm bihev ketin kuştî û birîndar hene
Li navçeya Çinarê Amedê di nav malbatên xizmê hev de pevçûna çekdarî derket û kesek hat kuştin 3 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Çinar a Amedê li Taxa Yenimahalleyê di navbera malbatên bi paşnavê Demir, Davulcû û Akşahîn de ji ber sedemên nediyar pevçûn derket.
Di encamê şer de Şakir Demîr (54), Behiye Akşahîn, Ronayî (13) û Cîhan Davulcu (16) birîndar bûn.
Birîndar herçar birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê, lê Şakir Demîr ji ber birîna xwe ya giran mir.
Birîndarên din jî piştî dermankirinê veguhestin nexweşxaneyên din ên li Amedê.
Hêzên ewlehiyê li taxa ku şer derketiye bergiryên hewce girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Top