• Sunday, 28 July 2024
logo

Festîvalek li Enqerê bo kêmemdaman birêve çû

Gulan Media January 30, 2017 Civakî
Festîvalek li Enqerê bo kêmemdaman birêve çû
Li enqere festîvalek bo kêmendaman birêve çû. Lê hem ji ber nedana giringiyeke baş hem jî ji ber keşûhewayê xirab festîval negehişte armanca xwe.

Sir û sermaya îsal li Enqere bandor li ser beşdariya xelkî ya di festîval û bernamayan de jî kiriye. Berpirsên Konfedarsyona Kêmendaman jî dibêjin Rûdaw take dezgehe ku seredana festîvalê kiriye.

Li paytextê Tirkiye bajarê Enqerê ji aliyê Konferedarsyona Kêmendaman festîvalek bo kêmendaman bi rê ve çû.

Serokê Konfederasyona Kêmendaman di derbarê festîvalê de aşkere kir ku ew bo careke vê festîvalê encam didin û armanca wan ew e ku ew bi dahata vê festîvalê âlîkariya kêmendaman bikin.

Serokê Konfederasyona Kêmendaman Cemal Ozkaynak ji Rûdawê re wiha got: “Armanca me li vê derê ew e ku em bibine dengê zarokên xwe yên kêmendam. Çalakiyên bi vî rengî dibin wesîle ku em xelkê hişyar bikin û xelk bizane ku kêmendam jî beşeke civakê ne.”

Berpirsê Karûbarên Plandana Konfedarsyona Kêmendaman Talîp Karadag jî gazinde ji helwesta çapemeniyê girtin û got: "Çapemenî giringiyê bi vî karan nade."

Berpirsê Karûbarên Plandanana Konfedarsyonê wiha domand: “Me cih bi kirê daye bazirganan. Em weke fedarasyon a ji destê me tê emê bikin, da ku ew pereyê tê berhevkirin, bigehe destê birayên me yên kêmendam.”

Ji çend bajarên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kompanya beşdarî vê festîvalê bûn û ew beşdariya xwe weke xizmetkirina civakê didin zanîn.

Bazirgan Ramazan Cengî jî got: “Em alîkariya kêmendaman weke erkekî dizanin. Ya giring ew e ku xelk were hişyar kirin. Ez wisa difikirim ku gellek kes nizane ka wê li beramber kêmendaman xwedî helwesteke çawa be.”

Festîvala kêmendaman rastî eleqaya pêwîst nehat rayader jî dibêjin salên bên ew dê zêdetir giringiyê bi vê festîvalê bidin.

Rudaw
Top