• Sunday, 28 July 2024
logo

AMED - Mîkrokiredî deyn dide jinên kêmderfet

Gulan Media January 25, 2017 Civakî
AMED - Mîkrokiredî deyn dide jinên kêmderfet
Li Amed a Bakurê Kurdistanê heta niha 11 hezar jin bi deynê biçûk ê ku ji Saziya Mîkrokirediyê standine bûne xwediyê kar û pê debara malbata xwe peyda dikin.

Saziya Mîkrokiredî ango deynê biçûk di sala 2003yan de ji aliyê Weqfa Pêşîgirtina Îsrafê ya Tirkiyê ve bi piştgiriya Serokwezîrtiyê li Amedê hat sazkirin. Ku niha li 75 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şaxên wê hene.

Jin nîvê civakê pêk tîne. Lewma beşdariya wan di karûbarê aborî de pir girîng e.

Mîkrokiredî ji 100 lîreyî heta 15 hezar lîreyî bê zam û bê kefalet deyn dide jinên kêmderfet û hejar, da ku jin bikaribin karên xwe vebikin.

Navçeya navedan Baglarê navçeya herî qelebalix û herî hejar a bajêr e. Li vir jin jî bi qasî mêran li hemberê hejariyê têdikoşin.

Muzeyan xanim a ku dayîka 4 zarokan dema hevjînê wê bê kar dimîne, zend û bendan ba dide dikanekê vedike. Destpêkê ji ber bêperetiyê jûrek mala xwe dike dikan, piştre bi deyn cihek li binê bînaya ku lê dimîne kirê dike û niha ev dikan bûye deriyê nanê zarokên wê.

Kargêr Muzeyen Ermîş ji Rûdawê re wiha got: “Min destpêkê bi qasî 2 salan li nav mala xwe cihekî kir dikan. Lê biçûk bû. Ev 8 sal e jî min bi deyn ev dikana vekir. Kurê min jî di kargêriyê de ji min re dibe alîkar. Pê vê dikanê nanê zarokên xwe dabîn dikim.”

Nebahat Dogan jî li heman navçeya Amedê 15 sal e dirûnkeriyê dike. Destpêkê 700 lîreyê deyn dike û ji xwe re pê maşîneke dirûnê dikire û cihekî kirê dike.

Dirûnker Nebahat Dogan jî got: “Dema min dest bi vî karî kir, pereyê min tune bû. Me 5 jinan serî li deynê biçûk da. Min bi pereyê xwe ev dirûnxane vekir. Bi vê kargehê ez hem di debara malê de ji hevjînê xwe re dibim alîkar hem jî ez bi vî karî gihiştime azadiya xwe. Ez hem pêdiviyên dibistanê yên zarokên xwe jî digirim hem jî deynê xwe didim. Karê min jî niha gellek baş e.”

Wekî Muzeyen û Nebahat xanimê heta niha li Amedê 11 hezar jin bi saya deynê biçûk ê ku Mîkrokiredî dide bûne xwediyê kar. Ji bo hemû jinên kêfderfet ji 100 lîreyî heta 15 hezar lîreyî mîkrokredî deyn dide.

Rêveberê Saziya Mîkrokirediyê ya Herêmê Mehmet Ay jî wiha axivî: “Ew jinên ku hejar in û dixwazin li ser piyên xwe bisekinin em bi riya mîkrokirediyê sermayeke biçûk didin wan. Em bi deyn van pereyan didin wan. Mîsoger ji bo wergirtina vî deynî pêwîstî bi kefalet tune ye. Bê kefalet û bê fayîz e. Bila jin bên vî deynî bigirin bi pereyî ji xwe re karek vebikin û bidin xebitandin. Jin vî deynî di hundirê salekê de hefte bi hefte di 46 hefteyan vî deynî didin.”

Saziya Mîkrokiredî ango deynê biçûk heta niha li 75 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 107 şaxên wê hene. Di hundirê 14 salan de 150 hezar jinên hejar û kêmderfet bi qasî 600 mîlyon lîre ji mîkrokirediyê deyn kirine.

Rudaw
Top