• Sunday, 28 July 2024
logo

Mêrdîn - Li ser keçekê şerê çekdarî derket: 2 kuştî, 3 birîndar

Gulan Media January 23, 2017 Civakî
Mêrdîn - Li ser keçekê şerê çekdarî derket: 2 kuştî, 3 birîndar
Li navenda navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera du aliyan de bi çek şer derketiye û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, îro duşemî li navenda navçeya Nisêbînê yê girêdayî parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî derket.

Hat îdiakirin, ku pevçûna navbera her du aliyan ji ber hewla revandina keçekê ji aliyê hin kesan ve bûye.

Her du alî bi çekên weke klaşînkov û demançeyê êrişî hev kirin û gulle berdane hev.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li cihê pevûnê amade bûn û dest bi lêkolînê kirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama pevçûna çekdarî de, 5 kes ji her du aliyan birîndar bûn, ku birîna 4 ji wan giran bû.

Tîmên hawarhatinê bi ambulansan kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên nû, hat ragihandin, 2 kes ji birîndaran ku birîna wan giran bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top