Kuştina jinekê kurd jinên Swêdê şiyar kir
Anderson di wê baweriyê de ye, ku piştî mirina Fadîme Şahîndal swêdî fêrbûn, mafên jinên xwe biparêzin.
Rîta Anderson dibêje; “Ji bo karesat çênebin, Fadîmeyê gelek hawar kir lê dewletê guh nedayê, heta ew bixwe jî bû qurbanî.”
Çalakvana kurd Fadîme Şahîndal li Swêdê çalakvanekê naskirî bû. Ew ji malbatekî kurd ê Bakûrê Kurdistanê, ji bajarê Mereşê bû. Malbata Fadîmeyê dixwest wê ligel pismamê wê bizewicînin lê ew bi yekî swêdî re zewicî. Li ser vê yekê roja 21ê Çileya 2002ê li bajarê Opsala ya Swêdê ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin.
Beriya niha her sal di salvegera kuştina vê jina kurd de behsa çanda namûsê, kuştina jinan û kevneşopiya civaka kurd dihate kirin. Lê niha di vê rojê de çalakvanên naskirî yên ewropî û cîhanî li Swêdê dicivin û li ser kêmasiyên yasayên welatên xwe yên li ser parastina mafên jinan dikin.
Çalakvan Rîta Anderson dibêje; “Fadîme anî bîra me, ku di welatê me de mafê jinana tê binpêkirin.”
Anderson behsa bîranîna 15 saliya Fadîmeyê dike û wiha berdewam dike:
“Îsal dê ew kesayet bi şêweyekê din bê bibîranîn. Di bîranîna Fadîme Şahîndalê de emê rexneyan li yasayên Swêdê bigrin, ku hevşêweyê welatên rojhilat jin tên perçiqandin.”
Rîta Anderson di heman demê de hevala Fadîme Şahîndalê bûye. Ew diyar dike, “Eger Fadîme bimaya dê niha yasa bi şêweyekê din bana.”
Biyare di seranserê vê hefteyê de bi dehan çalakî û civîn bên sazkirin. Ji niha ve di medyaya Swêdê de bi dehan mijarên li ser rewşa jinan bûne rojev.
Parlamentera berî ya Parlamentoya Swêdê û Serkirdeya Partiya Lîberal a Gel Gûlan Avcî dibêje; “Bi awayekî eşkere bi sedan bûyerên binpêkirina mafên mirovan û yên jinan hene.”
Avcî di gotara xwe ya di rojnameya Ekspresnî ya Swêdê de dide xuyakirin; “Li Swêdê di temenên zarokatiyê de zewicandina 132 zarokan nîşana karesatekî mirovî ye. Ev yek bêdengiye li hember destdirêjiya ser zarokan.”
Wezîra Karûbarên Wekheviyê li Swêdê Osa Regner di wê baweriyê de ye, ku heta niha jî li vî welatî mafên jinan tên xwarin.
Regner dibêje; Li hember jinanan ne heqî heye. Ev du sal in ji bo sererastkirina rewşê yasa hatine guhertin lê zewicandina kesên bin temenê 18 salî de û bêdengiya dewletê nîşana vê rastiyê ye.”
Çalakvanên mafên mirovan dixwazin yasaya, ku rê dide koçberan di bin temenê 18 salî de zewacê bikin, were hilweşandin.
Parêzera Swêdî Elîzabeth Masîfrets jî dibêje; “Divê beriya bûyerê pêşiya kuştinên li ser navê namûs3e bên girtin. Tenê cezakirina kiryaran ne bes e. Divê pêşiya tawanên namûsê bên girtin.”
Masîfrets bixwe parêzera Pêla Etrûşî ye, ku ew jî qurbaniyekê tawana namûsê bû li Swêdê. Elîzabeth Masîfrets diyar dike; “Peyva kuştina bi navê namûs û şerefê bi bûyerên kuştina keçên kurd Fadîme û Pêla hate nav ziman û ferhenga swêdiyan.”
Jinên swêdî newêrin derkevin derve
Li gorî amarên Dezgeha Astengkirina Tawanan, ku hefteya derbasbûyî hate belavkirin, ji sêyan yekê jinên swêdî, ji ber tirsa lêdan, destdirêjî û neheqiyê, newêrin herin derve.
Li gorî amaran, berawirdê sala 2006ê, rêjeya jinên ku ji destdirêjiyê ditirsin ji sedî 31 zêde bûye. Herwiha li gorî 2015ê jî ji sedî 25 zêde bûye.
Rapor amaje bi wê yekê dike, ku zêdebûna ne aramiya jinan bi kêmbûna baweriya li hember polîs û dadweriyê ve girêdayî ye.
Rudaw