• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Sine keçekê dawî bi jiyana xwe anî!

Gulan Media January 19, 2017 Civakî
Li Sine keçekê dawî bi jiyana xwe anî!
Keçeke ciwan a xelkê yek ji gundên derdora Sine bi çek dawî li jiyana xwe anî.

Li gor raporta malpera Hengaw roja sêşemê 17.01.2017ê keçeke ciwan a xelkê gundê Aliyawa a ser bi navçeya Kelaterzan a parêzgeha Sine xwe kuştiye.

Li gor heman çavkaniyê nasnameya wê keça ciwan Sarya Emcedî ya temen 21 salî bûye û li gor gotinên heman çavkaniya agahdar, ew keç ji ber pirsgirêka malbatî xwe bi çeka nêçîrvaniyê ve kuştiye.

Li gor amarên hatine tomar kirin di navenda amara Hengaw de di heyama mehekê de li navçeyên cuda yên Kurdistana rojhilat de, 6 jinên kurd dawî li jiyana xwe anîne.

Basnews
Top