• Sunday, 28 July 2024
logo

Pîremêrê 80 salî xwe şewitand

Gulan Media January 17, 2017 Civakî
Pîremêrê 80 salî xwe şewitand
Li gundê Tîtoye ya navçeya Ranyaya Silêmaniyê, pîremêrê 80 salî yê bi navê Hemed H. xwe şewitand. Kurên wî dibêjin, “Bavê me nexweşê derûnî bû.”

Roja 5ê Çileya 2017ê, Hemed H.yê 80 salî, kuı xelkê navçeya Qeladizê bû, li mala kurê xwe yê li gundê Tîtoye ya Ranyayê agir berda canê xwe û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Nexweşiya derûnî hebûye

Kurê mezin ê Mam Hemed, (Ş) behsa nexweşiya bavê xwe dike û dibêje; “Bavê min nexweşê derûnî bû. Dema rewşa wî ya derûnî têk diçû, êş û azar dida xwe û derdora xwe.”

Li gorî gotina kurê wî, rojekê beriya xwe şewitandinê Mam Hemed derketiye kolanê û hemû cilên xwe ji xwe kirine, bi çîp tazî maye û dibêje; “Me bi zorê cil xistine ber wî.”

Li ser roja bûyerê jî (Ş) dibêje; “Agahiya me jê nebû. Bavê min gaza sobê biribû û xwe pê şewitandibû.”

Ne birine ba pizîşk

Kurên wî dibêjin, wan rewşa bavê xwe dizanîbûye lê ti caran jî ew nebirine gel doxtor.

Bi gotina wan, Mam Hemed herdem nexweş ne bûye û car bi car rewşa wî ya derûnî ne baş bûye, lewma pêwîst ne dîtine ku bibin nexweşxaneyê.

Berpirsê Pizîkên Dadwerî Rêbwar Qadir jî dibêje; “Piştî lêkolînan eşkere bû, ku ji sedî 90 ê laşê wî şewitiye. Li ser laşê wî ti dewseke êşkence û lêdanê nebûye. Ji ber şewatê jiyana xwe ji dest daye. Lewma jî termê wî dane malbatê.”

Plîs lêkolînan dike

Herçend xizmên wî çîroka xwekuştinê wiha rave dikin jî polîsên lêkolînê dibêjin, heta encamên lêkolînê eşkere nebin, ew nikarin biryarekê bidin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Raperînê Karwan Mehmûd dibêje; Xizmên wî dibêjin nexweşiya derûnî hebûye, lewma xwe şewitandiye. Lê ne şert e ku ev gotin rast bin. Em lêkolîna xwe berdewam dikin da, ku bigihin encama dawiyê.”

Ji ber çi pîremêr xwe dişewitînin?

Ev ne yekemîn car e, ku li Kurdistanê pîremêr xwe dişewitînin. Beriya niha jî bûyerên bi vî awayî hatine jiyankirin.

Sekreterê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê Bûrhan Ferec dibêje; “Pîremêr û pîrejin mîna ciwanan xwe bi çek û sîlah an jî bi daliqandinê nakujin. Ev ji bo wan ne hêsan e. Piranî destê wan diçe agir û xwe dişewitînin.”

Rudaw
Top