• Sunday, 28 July 2024
logo

15 kîlo zêr bi bûkê ve kirin

Gulan Media January 16, 2017 Civakî
15 kîlo zêr bi bûkê ve kirin
Di daweta kurê parlementerê berê yê Rihayê yê Partiya ANAPê Mehmet Guneş de mêvan ji bo ku zêr bi bûkê ve bikin, wekî ku ketin pêşbaziyê tevgeriyan.

Daweta kurê Mehmet Guneş Ferhat Guneş û keça karsaz Husamettîn Ustunel Muruwet Ustunel, duh bi şev li JW Marriott Otelê bû.

Şahidiya nîkaha bûk û zava, Wezîrê Cotkarî û Ajalvaniyê Faruk Çelik, Serokê Parlementoya Tirkiyê yê Berê Cemîl Çîçek û Wezîrê Dadê yê Berê Oltan Sungurlu kir.

Piştî mehrbirînê, mêvan dest bi dayîna diyariyên xwe yên zêr kirin. Xwediyên dawetê, zêr pêşî xistin nav tûrikan, ji ber ku di tûrikan de cih nema, îcar xistin nav çenteyeke mezin.

Çenteya ku bi kîloyan tije zêr bû, ji aliyê peywirdarên ewlehiyê bo cihekî ewle hat veguhastin.

Zêrên wekî zincîr, bazin, gerdanî li ser bûkê man. Di dawetê de tevî zêran TL û dolar jî bi bûkê ve hate kirin.

Hate destnîşankirin ku zêrên ku wê şevê hatine, 15 kîlo ye û qîmeta wê 2 milyon TL ye.

Rudaw
Top