• Sunday, 28 July 2024
logo

Îran – Welatiyekî Behayî hat kuştin û termê wî jî hat şewitandin!

Gulan Media January 10, 2017 Civakî
Îran – Welatiyekî Behayî hat kuştin û termê wî jî hat şewitandin!
Li Îranê welatiyekî Behayî hat kuştin û termê wî jî hat şewitandin.

Li gorî malpera “bahainews.today”, ku nûçe û raportên li ser Behayiyan belav dike, welatiyekî Behayî bi navê Ehmed Fenayiyan, li deşta Kevîr li nêzîkî bajarê Simnanê kuştî hatiye dîtin û termê wî jî hatiye şewitandin.

Li gorî malperê, ew welatiyê Behayî 3 roja berê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin. Lê nayê zanîn ewên ku ew kuştine, kî ne û çima kuştine.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku termê wî ewqasî şewitiye ku tenê bi rêya têsta DNA dê diyar ka ew termê wî ye yan na.

Hat gotin ku ew welatiyê Behayî, navenda wî ya ajeldariyê hebûye û 4 kes jî di wir de kar dikirin, ew 4 kes jî bi wî re hatibûn revandin lê heta niha nayê zanîn çi hatiye serê wan. Nayê zanîn ew 4 kes jî Behayî ne yan na.

Li Îranê, Behayî wek murted û casûsên Îsraîl û Amerîka û Erebistanê tên dîtin û tevahiya çalakiyên wan yên mezhebî û siyasî hatiye qedexekirin, heta niha gelek Behayî ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine îdamkirin û gelek ji wan jî hatine girtin.

Basnews
Top