• Sunday, 28 July 2024
logo

Xortekî Rojhilatî li Soranê bi mirî hat dîtin

Gulan Media January 9, 2017 Civakî
Xortekî Rojhilatî li Soranê bi mirî hat dîtin
Polîsê navçeya Soranê ragihand, termê xortekî kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê li Soranê hatiye dîtin.

Berdevkê Polîsê Soranê, neqîb Hawar Ergoşî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, êvariya roja yekşemiyê 8ê Çileya 2017ê, termê xortekî kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê bi mirî hatiye dîtin.

Hawar Ergoşî got: “Navê wî xortî Peyman Hemedemîn Îsazade û ji dayikbûyê sala 1992 ye û termê wî li deşta Dilêziyan a navçeya Soranê ya ser bi bajarê Hewlêrê ve hatiye dîtin.”

Ergoşî herwiha ragihand: “Termê wî xortî bo pizîşkiya dadê ya Soranê hatiye şandi û piştî gihîştina bavê wî xortî, wî ji me re ragihand, ku kurê wî piştî ku ji mal derketiye derê, nevegeriyaye.”

Berdevkê Polîsê Soranê dibêje, ti cihê îşkence û fetisînê yan xenqînê li ser bedena wî xortê Rojhilatê Kurdistanê nehatiye dîtin û bo lêkolînên zêdetir termê wî bo pizîşkiya dad a Hewlêrê hatiye birêkirin.

Peyman Îsazade akinciyê Taxa Azadî ya Soranê bûye û keskeî zigurdî (nezewicî) bûye.

Rudaw
Top