• Sunday, 28 July 2024
logo

Pêşniyarqanûnek bo qerebûkirina jinên êzîdî hatiye amadekirin

Gulan Media January 4, 2017 Civakî
Pêşniyarqanûnek bo qerebûkirina jinên êzîdî hatiye amadekirin
Bi armanca parastin û qerebûkirina jinên ji aliyê DAIŞê ve ziyan gihîştiye wan û mexdûr bûne, pêşniyarqanûnek hatiye amadekirin û dê radestî parlamentoya Iraqê bê kirin.

Pêşniyarqanûnek bo parastina jinên ku bi destê DAIŞê mexdûr bûne bi taybet jinên êzîdî, ji aliyê lêjneyekê ve hatiye amadekirin.


Endameka wê lêjneyê bi navê Şîrîn Ehmed ji BasNewsê re got, me xwe berpirs zanîn ku vê pêşniyarqanûnê amade bikin. Qesta me ji vê yekê ew e ku jinên ku bûne qurbaniyên hovîtiyên DAIŞê bi taybet jinên êzîdî, bên parastin û qerebûkirin.


Şîrîn Ehmed her wiha got, emê wê pêşniyarqanûnê, ku ji 10 xalan pêk hatiye, bi rêya parlamenterên kurd radestî parlamentoya Iraqê bikin da ku bibe qanûnek fermî.


Dema çekarên DAIŞê êrişî Kurdistana Başûr bi taybet devera Şingalê kirin, bi hezaran jin û keçên êzîdî revandin. Gelek ji wan hatine rizgarkirin lê hîn jî bi hezaran jin û keçên êzîdî di destê wan de mane.

Basnews
Top