Li Başîkê konferanseke taybet hate lidar xistin
![Li Başîkê konferanseke taybet hate lidar xistin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/620X339181351_basikikonf.jpg )
Îro li bajarê Başîkê ku di warê bihevre jiyana pêkhateyên etnîkî û olî de bajareke pirreng ya Kurdistanê ye, konferanseke gelek girîng hate lidar xistin.
Ew konferansa han taybet bû bi çanda bihevre jiyanê û bihevre jiyana pêkhateyên olî li Kurdistanê û li başîkê.
Di vê konferansê de hijmareke zêde ji zanayên olî yên misilman, mesîhî, êzdî, şebek û herwiha nunerên tevahiya pêkhateyên din yên etnîkî jî amade bûn û çend gotar û peyv derbarê bihevre jiyana olî û etnîkî de hatin pêşkêşkirin.