Li Kerkûkê jinek bi awayekî hovane hat kuştin!
![Li Kerkûkê jinek bi awayekî hovane hat kuştin!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/bca6b4e226b13ce9c0fa812dce811c59_L.jpg )
Îro danê sibê li bajarê Kerkûkê, jin û mêrek rastî êrişa kesên nenas hatin. Wan kesan serê jinkê jê kirin û kuştin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, wan kesan hewl dan serê zilam jî jê bikin lê nekarîn, lê zilam bi giranî birîndar kirin.
Tê gotin ku kesên êrişkar, ku hejmara wan 3 kes bûne, xwastine li mala wî zilamî diziyê bikin.
Hat gotin ku bûyer li taxa Rizgarî ya Kerkûkê qewimiye.
basnews