• Sunday, 28 July 2024
logo

Rojhilat/ Loristan – Meha borî 18 kesan di dema kar de jiyana xwe ji dest dane

Gulan Media December 30, 2016 Civakî
Rojhilat/ Loristan – Meha borî 18 kesan di dema kar de jiyana xwe ji dest dane
Li parêzgeha Loristanê di nava mehekê de,18 kesan di dema karkirinê de li jiyana xwe ji dest dane.

Rêjeya jiyan ji dest dana xelkê bi sedema bûyerên kar li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 38 zêde bûye.

Rêvebirê Giştî yê Pizîşkiya Dadê ya Parêzgeha Loristanê ragihand, tenê di meha derbasbûyî de li wê parîzgehê 18 kesan bi sedema bûyerên kar jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî heman berpirsî, bi berhevdan li gel heman meha sala derbasbûyî, xuya dibe ku ji sedî 38 bûyerên ku di dema karkirinê de dibin sedema mirina welatiyan, zêde bûne.

Îsal herwiha 483 kes ji akincyên Loristanê bi sedema bûyerên kar birîndar bûne.

Li gorî gotina Rêveberê Pizîşkiya Dadê ya Loristanê, li ber çav negirtina rêkarên xweparastinê, bikaranîna alavên nestandard û nebûna zanyariyan, ji sedemên sereke yên bûyerên kar in, ku dibin sedem welatî jiyana xwe li ser kar ji dest bidin, an jî birîndar bibin.

Rudaw
Top