Êrîş bo ser Kurdistanê êrîşe bo ser Îraqê
![Êrîş bo ser Kurdistanê êrîşe bo ser Îraqê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/wayne.jpg )
Dibêje êrîşên ser Kurdistanê êrîş li dijî serweriya Îraqê ne.
Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek nivîsandiye û behsa êrîşên ser herêma Kurdistanê kiriye.
Wayne Marotto di peyama xwe de nivîsandiye ku her cure êrîşek bo ser herêma Kurdistanê êrîşe bo ser Îraq û serweriya Îraqê.
Hêjayê gotinê ye ku duhê bi şev dîsa êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed hatibû kirin.