Raporteke Amerîkî: Milîsan nîvdewletek di navbera Iraq û Sûriyê de pêk anîne
![Raporteke Amerîkî: Milîsan nîvdewletek di navbera Iraq û Sûriyê de pêk anîne](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/16204658041396032119.jpg )
Li gor raporteke peymangeha Newlines a Amerîkî; komên milîs ên Şîe bi temamî kontrola deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê kirine û nîvdewletek li wê herêmê pêk anîne.
Raportê destnîşan kiriye: “Ew komên milîs ku piraniya wan ji aliyê Îranê ve alîkariya wan tê kirin, ji bilî warê leşkerî ya deverê, liv û tevegra bazirganî û aborî ya deverê jî kontrol kirine, her kesek ser bi wan grûpan jî li postên hikûmî yên deverê hatine danîn.”
K24