Di aloziyên Orşelîmê de herî kêm 200 kes birîndar bûn
![Di aloziyên Orşelîmê de herî kêm 200 kes birîndar bûn](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/85c1568aeaafd9c75fe5c5cbc97d0f06_L.jpg )
Duhî li bajarê Orşelîm (Quds) yê Îsraîlê û li nêzîkî mizgefa Eqsa, di navbera komek Filistîniyên ku dixwastin piştî nimêjê xwepêşandanê bikin û hêzên Îsraîlî de şer û alozî derket.
Li gorî agahiyan, di wan aloziyan de herî kêm 200 kes birîndar bûn.
NY û Amerîka nîgeraniya xwe li hember wan aloziyan nîşan dane.