Wezîrê tenduristiyê bi nûnertiya Mesrûr Barzanî serdana birîndarên şerê Pirdê kir
![Wezîrê tenduristiyê bi nûnertiya Mesrûr Barzanî serdana birîndarên şerê Pirdê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/71869be6cb6cb9a055eefcd67f95725b_L.jpg )
Pêşmerge Hemîd hefteya borî li Pirdê di encama êrîşeke terorîstî ya çekdarên DAIŞê de birîndar bûbû.
Niha ew pêşmerge li Nexweşxaneya Komarî ya Hewlêrê tedawî dibe û biyar e hefteya bê neştergeriyeke mezin lê were kirin.
Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî diyar kir ku neştergeriya yekem şeva yekem hate kirin, roja yekşema bê jî neştergeriyeke din li birîneke mezin a li ser beşa jorê ya ranê wî were kirin.
Saman Berzincî eşkere kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hûrgilî çavdêriya rewşa tendirustiyê ya Pêşmerge Hemîd dike.
Basnews