• Sunday, 28 July 2024
logo

KERKÛK – Bi 40 dolarî bi zarokekê re zewicî

Gulan Media December 22, 2016 Civakî
KERKÛK – Bi 40 dolarî bi zarokekê re zewicî
Hat ragihandin ku li Kerkûkê koçber, keçên xwe yên zarok ji bo pere dizewicînin.

Li gorî daneyên Komeleya Hiwa ya li Kerkûkê mafê jinan diparêze, di sala 2016an de nêzîkî 2 hezar jin û mêran li Kerkûkê hev berdana ku piraniyan wan hewî ne.

Seroka Komeleya Hiwa Sirûd Mihemed ji Rûdawê re ragihand, piştî şerê DAIŞê zewicandina zarokan û jinanîna duyem û seyem zêde bûye.

Sirûd Mihemed diyar kir ku sedama herî girîng a vê yekê bandora çanda erebî ye û wiha domand:

“Me li gundê Omer bin Hattab ê bi ser navçeya Daqukê ve serdana dibistana keçan kir. Li dibistanê hejmara keçên nezewicî ji tilyên destan nabore. Keçîm mêr dikin heta demekê dikarin biçin dibistanê û piştre destûrê nadin xwendina xwe berdewam bikin.”

Mihemed da xuyanidin ku wan serdana gundên derdora navçeyên Hawicê û Abasiyê jî kirine û got: “Piranî zarokên xwe di 12-13 saliyê de dizewicînin. Malbat dibêjen ew ji ber mercên xirab ên aboriyê zarokên xwe didin mêr.”

Seroka Komeleya Hiwa amaje kir ku koçber hatine bajêr ji aliyê kulturî ve bandorek xirab li welatiyan kirine û wiha axivî:

“Kurdên Kerkûkê li beramberî kefilbûnê û pêşkêşkirina hinek pewîstiyan ereban bi keçên wan re dizewicin. Piranî meleyên ne fermî zewaca wan çêdikin.”

Sirûd Mihemed derbarê rewşekê rûbirû mayî de wiha got:

“Koçberekê keça 14 salî bi zilamekî 40 salî re zewicandine. Zilamekî din jî li beramberî 50 hezar dînar (40 dolar) bi keçekê koçber re zewiciye. Mehrkirina bi vî awayî zû dawî dibin. Zilamekî din jî di heyama 4 mehan de bi 3 zarokan re zewiciye û piştî berdana wan mehra xwe ya çaremîn kiriye.”

Mihemed destnîşan kir ku ji destpêka meha Kanûna îsal ve wan ligel hê zên ewlekariyê ji bo rêgirtina ber zewaca zarokan, dest bi xebatê kirine.

Rudaw
Top