• Sunday, 30 June 2024
logo

Parêzerê Demîrtaş: Beriya ku dema îtîrazê biqede, dadgeh daxwaza reddî hakîm red kir

Parêzerê Demîrtaş: Beriya ku dema îtîrazê biqede, dadgeh daxwaza reddî hakîm red kir
Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Mehmet Emîn Aktar di daxuyaniya derbarê doza Kobaniyê de beriya ku dema îtîrazê biqede dadgeh daxwaza red kirina reddî hakîm de got tevî ku me daxwazname da jî dadgeh di vî warî de biryara redkirinê da. Ango gelek tiştên ku dadgehê kir li dijî usûlê ye.”

Doza Kobaniyê ku Hevserokên HDPê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 kes hene û li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Engerê dihat dîtin, daxwaza parêzeran ya reddî hakîm hatibû redkirin û berîya ku dema îtîrazê bi dawî bibe û daxwazname bê pêşkêşkirin, dosyeyê şand 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran.

Di rûniştina 26ê Nîsanê de parêzer, Selahattîn Demîrtaş Fîgen Yuksekdag Sebahat Tuncel daxwaza reddî hakkîm kiribûn.

Heyeta dadgehê jî diyar kir ku divê daxwaz bi nivîskî werin dayîn, li ser vê yekê parêzer daxwaznameya reddî hakkîm pêşkêşî dadgehî kiribûn.

Lê heyeta dadgehê ji bo ku daxwazên xwe bigihînin wext dabû Demîrtaş, Yuksekdag û Tuncel. Daxwaza parêzera jî bi îdîaya “dirêjkirina rûniştinê” paşve vegerendibû.

Di biryarê de, riya îtîrazê bo 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê vekirî hiştibû.

Parêzerê dozê û serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got ku bi qanûnî, dema îtîrazê 7 roj e, lê dadgehê ew binpê kir.

Aktar bal kişand ser wê yekê, dema ku ew ne di rûniştinê de bûne biryara “red kirina daxwaza reddî hakkîm” hatiye dayîn.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar di derbarê wiha got “ji ber ku nehiştin hevalên me yên parêzer beşadr bibin em ji rûniştinê derketin. Paşê em tev bihevre hatin, me xwest biaxivin, dadgehê nehişt em biaxivin. Nehişt muwekîlên me jî biaxivin, vê yekê jî bi şêweyekê dûrî nezaketê kir. Li ser vê yekê em neçar man ji salonê derkevin. Ji ber ku gava daxwaza reddî hakîm hat kirin ne giring e dozger vê yekê bicih bine an neyne.Di her halî de gava daxwazeke wisa hat divê rûniştandin bê sekinandin. Dadgehkirin nikare berdewam bike. Qanûn bi zelalî vê yekê dibêje ku gava dozegerek hat redkirin, heta di derbarê redkirinê de biryar nede, nikare rûniştinê berdewam bike. Tenê dibêje di rewşên derengbûnê de fikar hebin. Di reşa derengbûnê ya fikar de eger dadgehkirin dirêj bibe, dikare di vî warî de biryar bide. Herwiha dikare roja rûniştinê diyar bike. Ji xeynî vê nikare ti biryareke din bide.

Lê berevajî dadgeh qet li me guhdar nekir, biryara xwendina doznameyê da. Me jî tafilî di rûniştinê de bi nivîskî daxwaza reddî dozger kir. Tevî ku nivîskî hat pêşkêşkirin, vê yekê li ber çavan negirt û rûniştinê berdewam kir. Ev jî li dijî usûlê ye û tevî ku rûniştina yekem bû got ku daxwazên me ji bo dirêjkirina dozê ye, daxwaza me red kir. Di rewşa redkirinê de jî li gorî qanûn hefteyek mafê me yê îtîrazê heye. Hê hefteyek wextê îtîrazê neqediyaye, dadgeh li gorî xwe dosyeyê ji dadgeha din re şand. Li ser daxwaza redkirinê.

Lê me di derbarê vê yekê de daxwaznameyek nedabû. Tevî ku me daxwazname nedaye, dadgeh di vî warî de biryara redkirinê da. Ango gelek tiştên ku dadgehê kiriye, li dijî usûlê ye. Ya yekem bê parêzer berdewamkrina rûniştinê. Ya duyem bo daxwaza redkirinê mecbûriyeteke nivîskî tineye. Bi axavtin dibêjin, dikeve zebtê rûniştinê, heta ku dadgeh biryarek bide, nvberek dide rûniştinê. Lê pabendî bi vê biryarê nehat kirin, tevî ku me bi nivîskî pêşkêşkir guh neda vê yekê. Di dawî rûniştinê de biryara redgirinê da. Heyeta dadgehê pabendî vê dema îtîrazê jî nebû li gorî xwe dosyeyê şand dadgeheke din, 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê.”

Li ser vê biryarê di derbarê pêvajoya dema îtîrazê de Aktar got “Helbet rêyên din hene, lê niha li gorî qanûnê ji bo ku muwekilên me daxwazin xwe amade bikin divê yek hefte dem bê dayîn. Di vê demê de divê daxwaz bi nivîskî bo dosyeyê bê pêşkêşkirin. Piştî vê êdî dê 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran biryarek bide. Egereke mezin heye ku li ser dosyeyê daxwaza me ya red kirinê bê redkirin”

Rudaw
Top