• Sunday, 24 November 2024
logo

5 hezar pizîşk û noşdaran dest ji kar kişane

Gulan Media December 21, 2016 Civakî
5 hezar pizîşk û noşdaran dest ji kar kişane
Li gorî amarên Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê, ji destpêka krîza darayî heta niha bi hezaran pizîşk û karmendên tendurustiyê dest ji karên xwe kişandine. Pisporên sîstema tendurustiyê dibêje, ev rewş bandore li pizîşk û noşdarên din jî dike.

Ji ber krîza darayî, paşketina meaşan û birîna dermaleyên taybet ên Wezareta Tendurustiyê, gelek pizîşk û karmendên tendurustiyê dest ji karên xwe berdane.

Berdevkê Giştî yê Dîwana Wezareta Tendurustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji Rûdawê re ragihand; “Ji destpêka krîza darayî heta niha nêzîkî 5 hezar pizîşk û karmendên tendurustiyê dest ji kar berdane.”

Pizîşkekî ji Silêmaniyê ku li derveyî bajêr kar dike dibêje; “Jiber krîza darayî meaşên me hatine kêmkirin. Li gel vê yekê karê me jî hatiye kêmkirin. Beriya niha bi otomobîla nexweşxaneyê hefteyê 4 rojan diçûme qezayên Silêmaniyê û min nexweş didîtin. Eger rojekê jî zêde biçûma heqdestê karê zêde werdigirt. Lê niha hefteyê rojekê bi otomobîla xwe diçim kar. Nexweşxane weke berî dermale nade karmendên xwe û ez jî nikarim bi vê meaşê kêm hatinçûnê bikim.”

Ev pizîşk yek ji wan pizîşkane ku bi derfetekê kêm karê xwe didomîne. Lê hinek hevalên wî biryar dane, ku bi nîv meaş kar nekin. Ew dibêje; “Gelek hevalên min derketine derveyî welat. Em li vir taybet kar dikin lê eger taybet kar bikin dê meaşê me zêdetir be.”

Li gorî rapirsiyekê Tora Medyaya Rûdawê, ku bi awayekî online ji 156 pizîşkan hatiye pirskirin; li ser pirsa “gelo hûn difikirin ku ji Kurdistanê herin?” 135 pizîşkan, wate ji sedî 86.5ê gotiye “Belê”. Tenê 21 pizîşkan wate ji sedî 13.5 gotine “Nexêr”.

Îsal 745 pizîşkan dest ji kar berdaye

Li gorî amarekî ku ji Wezareta Tendurustiyê gihiştiye destê Rûdawê, ji 1ê Çileya 2016ê heta 22ê Mijdara 2016ê, bi giştî 2 hezar û 74 pizîşk û karmend ji kar dûr ketine. Ji van tenê 342 malnişîn bûne.

Di vê heyamê de 745 pizîşkan û 628 karmendên tendirûstiy dest ji kar bendane.

Pisporê pizîşkê civakî Dr. Ebdulfetah Hewramî jî ji Rûdawê re got; “Ev amar dihatin hêvîkirin. Çimkî, eger karmend ji karê xwe razî nebin û li hember karê xwe pereyekî kêm werbigrin, zehmete ku erkê xwe berdewam bikin.”

Hewramî diyar kir, ku pirsgirêk tenê ne dest ji kar berdan e û got; “Ew ên kar dikin kî ji ber krîza darayî, rewşa civakî weke berî nikarin baş xizmetê bikin.”


Plana Wezareta Tendurustiyê

Berdevkê Giştî yê Dîwana Wezareta Tendurustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir eşkere kir, ku ew hewl didin bi awayekî cuda pizîşkan han bidin da ku dest ji kar bernedin.

Dr. Xalis Qadir behsa beşek ji plana hêsankirina karên pizîşk û karmendan kir û wiha axivî:

“Em hewl didin meaşên pizîşkan dereng nekevin, sîstema şêwrimendiya êvaran, neştergeriya nîvî û taybet pêş bixin, herwiha dermale û mesaiyan careke din aktîf bikin.”

Dr. Xalis Qadir herwiha eşkere kir, ku Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê destûr daye ku pizîşk û karmendên nû jî bên wergirtin.

Rudaw
Top