• Sunday, 30 June 2024
logo

Amarên Koronayê hatin belav kirin

Amarên Koronayê hatin belav kirin
11 berketî canê xwe ji dest dane.
Zêdetir ji 800 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 6 hezar û 645 cerbandinên diyar kirina Koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku 805 kesên nû bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 377 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 995 berketiyên berê baş bûne û 11 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Top